Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

ÇIL BIRÎNDARIM

Çi pirs dikî, ez ji tere çi bêjim
Serhedê digerim kul, birîndar im
Li ber xwe didim her roj di şer de me
Di şerê de ez ji mil birîndar im

Gundîkî nexwendî ezî karker im
Serê mi jêbe,ji şer venagerim
Şervanê Çemçê, li dor çemê gurr im
Gulistanê wê de gul birîndar im

Serhed kêm bajar e, piranî gund in
Çiyayên wê hemî serî bilind in
Keç û xortên wê wek şêr û piling in
Kesra wan cana ji dil birîndar im

Filîtim diqîrim ne ku vê carê
Li çavên min herdem hêsir tên xarê
Êşêmin gelek in nayên jimarê
Nepêncin,ne deh in,çil birîndar im.

Dîrok: 1992

Cîh: Îdir

← NEWROZ Destpêk RÊWÎ →