Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Qet qala derzîya bê kurî nakin
Kêmasiyê di tayê de dibînin
Derziyê civakê tev bi kurî ne
Civak ta,rênas bi xwe jî derzînin
Dibêye ku ew bi pîvanê hêsa
Bûne terziyê çermê bin kirasa
Fesil danê bi neşter û mûqusa
Ew bi xwe siwarê hespê bê zînin
Xwe venagirin ji tu gef û tirsê
Civakê dixine nav tûrê parsê
Etar in; ne bêparin ji libasê
Ne wek Filît bê kiras û tazînin.
Dîrok: 2002
Cîh: Kela Panosê