Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

RÊWÎ

Ey rêwiyê rêya delal
Tere oxir be oxir be
Tenê meçe bigre heval
Here oxir be oxir be

Mişêwreke bide şerda
Tu b’xatirê bextê merda
Xalî nehêle van erda
Here oxir be oxir be

Kewran bigir barê tijî
Xwîna bavê te vir rijî
Welat bistîn têde bijî
Here oxir be oxir be

Tu rêwiyê rêya dûr î
Tev kewranê bê qisurî
Dayîk dibê ez bi gorî
Here oxir be oxir be.

Dîrok: 1992

Cîh: Îdir

← ÇIL BIRÎNDARIM Destpêk DOZ →