Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

REZBER

    Ev meh ji bîst û yekê xwe pê ve li ser payîzê ye. Ji xwe wateya wê ew nav daye der, lewra rez di vê mehê de tê berevkirin.

Wateya meha rezberê
Him ji bar him jî ji berê
Rez di wê de berevdidin
Li nav welat li her derê

Dema navê wê payîze
Toraq û rûn dew li hîze
Kê vê meh ê dewê meşkê
Têr jê vexar ew ezîze

Hê bihar de êl li virin
Di konan de disitirin
Heta havîn dawî bibe
Du meh nîva ew li virin

Hê biharê hatin vira
Tev jî mîna xwîşk û bira
Bi tevhevî kon rakirin
Ev in pesnê muhacira

Demekê de lê êwirîn
Demekê jî ha sêwirîn;
Wan ji bona saleke din
Nihava li jev şêwirîn

Ji bo pêşerojê jîr in
Mîna konevanên pîr in
Binbîra wan zêr û zîve
Ji wê ye kû nebêbîrin

Qey havîn jî dicedîne
Êlan li vir bihejîne
Payîz bi gef û bi gurr tê
Fêlên wê ne bi dizîne

Hîn ewqasî ne bi şide
Dîsa jî xwe nîşa dide
Ji bo germê timakar e
Sermayê jî zêde dide

Payîz bi van fet û fêla
Hejê dixe nav her hêla
Li her derê dibe xezew
Dagerîn tê bîrya êla

Êvarên we mij zû datê
Bi pê re jî bayê sar tê
Qiravî li wê ranabe
Heta demek piştî taştê

Mina şerê bûk xesûyê
Xalî nabe ji şiliyê
Hemî candarên li wirin
Sitar nabin li ser çiyê

Caran dibe qurlixayî
Caran jî qet nabe sayî
Payîz carna berdavêje
Geh jî dike şadlixayî

Kevir kuçik her lat pel
Dibûr berpal newal û çehl
Rût û tazî digirijin
Mîna teyrê serî keçel

Ewê dor dehl çemê avsar
Ji dehlê wî mane şivdar
Bi xeyîdî diherike
Lewma kes lê nake guhdar

Teyrût jî ref-refî bûne
Hinek ji wan zûde çûne
Ewê biçin berîstana
Zozan bi wan ne tu şûne

Vê mehê de rezên dêma
Hêvya kal û pîra dima
Ji bo dimis dikelandin
Dikirin nav kûpgumguma

Cûda digrin wî rezê qor
Dibin dixin nav ava şor
Çil rojî dest nedidanê
Dibû şoraveke pir zor

Hat bihorî Rezber a can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.

← PAYÎZ Destpêk COTMEH Û KEWÇÊR →