Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Gelî kurda şiyar bin
Doza welatê me ye
Hêvya xelkê nehêlin
Eva welatê me ye
Ew warê me tevaye
Hêvya dijmina maye
Sekinandin çira ye?
Şerê welatê me ye
Her çi kesên bê welat
Ne kom heye ne civat
Rabin tev bidin xebat
Cenga welatê me ye
Serwêr xet kir hûn bêjin
Pevre rabin mêr û jin
Xwînê berde birêjin
Eva welatê me ye.
Dîrok: 1992
Cîh: Îdir