Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DAYÊ

jiyana min bê te ne tu jiyane
Dayê ez tu carî te ji bîr nakim
Hebûna min ji xwîna dilê te tê
Dayê ez tu carê te ji bîr nakim

Ka ça bîrkim, te ez ji dil rijandim
Pêçekê pêçandim bi mil hejandim
Bi ber û bistanê xwe ve mêjandim
Dayê ez tucarê te ji bîr nakim

Hê ew zar bû kete bin qehra mala
Cara ser qot, pêxas û pişte vala
Cara destê wê dergûş û dahala
Dayê ez tucarê te ji bîr nakim

Pişta xwe gerandim pal û beyara
Ji min re dilorand her wekî cara
Te pir êş kêşandin ji dest neyara
Dayê ez tucarê te ji bîr nakim

Diya min gula baxçê bêkele me
Bêhn dikim rih û canê min li ceme
Bêyî te dil bi min keser û xeme
Dayê ez tu carê te ji bîrnakim

Diçû ku ez jî dibirim wê derê
Ji der dor vedişartim ji bo nezerê
Serê mi wer dikir pêşa mêzerê
Dayê ez tu carê te ji bîr nakim

Dixwazim diya min her û her hebe
Xwezî ji hev qetandin qet tunebe
Rûmeta dê bigrin tema min webe
Dayê ez tu carî te ji bîr nakim

Tu xemlekî ji wan xemlên dinyayê
Ji bêyî te hedûriya min nayê
Tu hem xelatî, hem welatî dayê
Dayê ez tu carê te ji bîr nakim

Tu Cudî yî, Ararat î, Gabarî
Wek polayê li ber dijminê har î
Tu milkê bavê min tu cî û warî
Dayê ez tu carê te ji bîr nakim.

Dîrok: 1992

Cîh: Îdir

← DOZ Destpêk DINÊ →