Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

ÎŞKENCE

Demê birim îşkencxanê
Çav girêdan dest kelepçe
Bû qîrîna eyşê xanê
Çav girêdan dest kelepçe

Çende jin jî anîn wira
Berxwedar bûn wekî şêra
Wana helan dane mêra
Çav girêdan dest kelepçe

Nizanim em ku de birin
Cil û berg tev ji me kirin
Ava sar li me wer kirin
Çav girêdan dest kelepçe

Paşê birin cîhkî tarî
Zilm û xezeb li me barî
Kê diqîrî kê dizarî
Çav girêdan dest kelepçe

Filî tevî çend heval a
Tijî kirin hepsa vala
Dibû qîrîna tifala
Çav girêdan dest kelepçe.

Dîrok: 1992

Cîh: Îdir

← GUNDÊ MIN Destpêk NEWROZ →