Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Helbestvanê hêja Filît Tîltay di sala 1946 an de li gundê Elîcana girêdayî bi bajarê Îdirê ve ji dayîk bûye. Di nava sê bira û di çar xwîşkan de,yê herî mezin e. Diya wî Almast û bavê wî simo ji eşîra Bekiran in.
Piştre bi malbatî çûne li gundê Gomê jêrîn ku bi ser navçeya Aralik (serêgund a) Îdirê ve ye bi cîh bûne.
Filît Tîltay bi alîkariya xalê xwe fêrî xwendin û nivîsandina tîpên latînî bûye.
Filît dema bûye 15 salî, bi dotmama xwe re zewiciye û niha bavê pênc keç û şeş kurane. Sal 1989, lawekî Filît di tekoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest daye. Di salên 1990 î de, Filît digel zarokên xwe, gelek car hatine girtin û îşkence li wan hatine kirin. Di payîza 1993 an de, bi behane ya ku ango alîkari daye şervanên azadiyê, hatiye girtin û bi sezayê îdamê, ji piştre jî bi yê hertimî hatiye cezakirin.Piştî mana bîst salan di girtîgeha Erzurumê de,wî birine girtîgeha Kiriklaleyê û niha jiyana xwe li wir didomîne.
Bi helbestvanê hêja Filît re, nexweşiya dil heye û ji aliyê Komeleya Mafê Mêrovan ve hatiye peyîtandin ku ew divê bê tedawîkirin û serbest jî berdin.
Her helbestek, her nivîsek, her rûdanek xwedanê serpêhatiyeke dilsoje.Bê guman di serpê hatiya helbestên di vê pirtûkê de jî heye. Bi kurtî ger weha bête gotin:Nivîsandina vê pirtûka helbestvan bi daxwaza helbestvanî wekî BÊSAL hatiye pejirandin, weke ya berî vê ya bi navê DEMSALê, sal 1992 li girtîgeha Îdirê di binê zextan de despê bûye û sal 2002 de li girtîgeha Erzurumê bi dawî bûye. Çendî ku hîn caran destnivîsên helbestvanî hatine desteserkirin jî, lê belê bi hîn riyê badayî ji girtîgehê derketine derva û gihane parîsê.
Ev pirtûk û pirtûka DEMSALê li parîsê di lêkolîneke Zeynelabîdîn Zinarîn de bi rastlêhatin hatine dîtin.
Em wek weşanxanê berî her tiştî helbestvanê hêja Filît pîroz dikin, jê re laş saxiyê û bi hêviya ku ew zûtirîn bigêje azadiya xwe ji Yezdanê dilovan hêvî dikin.
Di pirtûkê de 49 helbest hene.Her helbestek li ser babetekî cuda hatiye honandin. Çendî ku hin helbest malikê durêzî ne, hinek çarîne û bikêş,nikl qafiyene,hinek jî serbestin û ne li gor rêza malikên bi kêş û qafiye hatine amadekirin.Ji ber hindê jimartina wan zehmete .
Bi hêviya ev pirtûk bibe alîkar ji bo serpêhatiyên gelek kesên cewrlêbûyî, her waha ger bi hindikî be jî pirtûkxaneya kurdistanê pê şên bibe.
PENCÎNAR
Dîrok: 20 Gulan 2015
Cîh: Stockholm Weşanxaneya çanda Kurdî