Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Gundê mi Gomê jêr navê min Filît
Ne min miraz ji wî ne wî ji min dît
Gundê min navçeyek li serhedêye
Li deşta Îdirê derdorê rêye
Bavê min Simko ye diya min Almast
Wan timê ji min re xweşbextî dixwest
Ez bi xwe jî merivekî gundî me
Ne feqî ne mela ne jî xwendîme
Bûyîna min di beranberdanê de
Sala hezar nehsed çil û şeşê de
Di wê herêmê de bi cîh star bûm
Xwedî zar û xwedî mal û malbat bûm
Ez ji wî gundî bêxêrî qewitîm
Di dawyê de zîndanê de tewitîm.
Dîrok: 1999
Cîh: Girtîgeha Erziromê