Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ji demên salê de ya yekeme. Ji vê dema yekem re axlêve jî tê gotin. Axlêve: ji ber liv û lepata di axê de bi pêktêyî ji wê re bûye nav. Di payîza çûyî de her çi kakilê gul û kulîlkên ku toxmên xwe diweşînine nava axê û ew heywanên hêkan dikin, ew heywanên ji bo zivistanê biborînin xwe berdabûne nava axê, ku ax ji xwe re wekî malzaroka xwe didîtin. Bi rastî jî ax ji wan re wekî stargehekî bû. Ew hemû hêk û toxmê hêşînhatiyên cûre-cûre û ewê ji bo xewa zivistanê biborînin bi demê re li xwe şiyar dibin. Lewra hêkên di kurkê de dişêlin, toxmên ku zîlik didin, yê di axê de razayîbûn jî ji nav axê de ku dertên, vêga di axê de lepateke dijwar bipêktê ango, di axê de guherînek tê raçev kirin ku vaye di axê de lepatek bi pêk tê. Ew bûyer bi salan hatiye ceribandin ku ax dilive. Ax û liv = axliv = axlêve.
Zanyarên kurd di raçevên xwe de dîtine ku ax dilive û bi xwe jî bi harehar dilive. Lewra demê pêşgirteka “bi”yê ji ber bêjeya biharê rabe, har, bi tena serê xwe dimîne. Ji ber fêrdarîya bûyerê, him navê axlêvê, him jî navê biharê bi vegotin û bi şiroveya wan ve derketiye holê.
Ewê navê xwe ji ku girt?
Bi çend peyvan bi kurte kurt
Ezê navê wê vebêjim
Bi zanebûneke ne xurt
Di vê mehê de bêhn û bar
Hatin ba hev bûne bihar
Wê ev nav ji wan bêjan girt
Da ser ziman bê peşk û par
Bihar bi xwe ji ku ve tê?
Dem û zeman ji ku vetê?
Hemî hebûn hemî jiyan
Bi yekbûna çar tiştan tê!
Agir, hewa û av û ax
Bûne kevze kef û cemax
Ew bûn despêka hebûnê
Bi wan çêbûn baxçe û bax
Hebûn û nebûnî yek in
Ew dijraberên cotekin
Bê sekin û bê westandin
Her gav bi hevre şerdikin
Her çi bi hevre şerkin jî
Liv û lipata wan tev jî
Di nav mercên hebûnê de
Yek ji bê yekê jî najî
Yek li berî yekê nehat
Hebûna wan bi hev re hat
Merem bi yekê pêk nayê
Ji du alî bûne yek qat
Sarbûn, germbûn û bûne tîn
Candar bi wê tînê vejîn
Di axê de hevdu kirin
Bi wî lewnî bûne heyîn
Ew bihar bi waha nû bû
Ya demsalê jî li dû bû
Ax ku bi demê re livket
Hingê jiyan hişyar dibû
Hişê min ji min dipirsî
Li ser çokan û bê kursî
Serê xwe bi pêre gêj kir
Û ev pirtûka nivîsî
Min ew zehmet ji bo ziman
Azat kim ji çerxa zeman
Wek şagirtê seydayê xwe
Bi helbestan bibim guman
Ji bo pîr û xort û kala
Ji cûreyên xet û xala
Nexşê vê pirtûkê zehf in
Ji bo qencên li ber mala
Gelo ji zimanê dayê
Çi xweştire li dinyayê
Ew hebûn û serxwebûne
Pak dike derdê ji tayê
Ziman roj e ziman hîve
Weke turê zêr û zîve
Ronahiya di wê de tê
Bê pênase bê bersîve
Dê mamosteya yekeme
Gelek zanebûn li cem e
Ferasetê li pêş dixe
Bi mishefa şemsê ji me
Ew şems ji rengê fîrûz e
Bawer pê tê lew pîroze
Bi xeta pênûsa zêrîn
Xwendina wî ne aloz e
Ne bi bayê babelûskê
Ne ji şirqîna birûskê
Xem û xeyalê rojên pêş
Ronî dike bi çirûskê
Zarok hê di zik ê wê de
Peyvandinê jê hil dide
Li zimanê xwe dihûne
Wek gula ku reng vebide
Lorînên xwe bi kurmancî
Sîngê xwe kir nivîn û cî
Rista zimanê dirêsand
Bi dev û lêvên narincî
Hat bihorî Bihara can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.