Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Axlivê navê xwe ji ber lipata di axê de bi pêk tê, biharê jî, ji lipata wekî ax har bûye girtiye.
Zivistana reş qulibîdi
Şilî barîn germayî hat
Çilo ji daran bişkivîn
Ji jiyanê re bûn xelat
Ji bo jiyanê ye lewma
Diherikîn avên çema
Ew di xwezaya wan de tê
Guherîna her çar dema
Her demek di demê xwe de
Nîşanên nexşê xwe dide
Kovaniyên wan jî henin
Xweşiye ya herî zêde
Ji wan dema yek bihare
Yek ji kulîn tujî ar e
Yek payîz e babahozin
Dema dawîn berf dibare
Belê ezê bi eşqa dil
Bikim qala dema ewil
Bi xer-xweşî binivîsim
Ji bo ku ew nebe kavil
Dema yekê bihar nav e
Caran ewre caran tav e
Bi dimîmî şilî hene
Car caran jî her der av e
Teyr û tûya çive çive
Lewra êdî ax dilive
Berfînka serî hildane
Moza li ser vingeving e
Bi şayî û eşq û kerem
Qala evê dema yekem
Wê bi gor xwe binivîsim
Bo bê xwendin her dem û dem
Li sersala derbiharê
Dibe mizgîn li adarê
Ax ku bi cureyan dizê
Dibe xenî li her derê
Ji bo reşber û koçêran
Ew xweşmêr û ew camêran
Pesin peya xweş li wan tê
Peyv bi xweşbîjan dihêran
Vê demê de sê meh hene
Reşber koçêr bi wan re ne
Yek adare yek avrêl e
Gulan xemla hemûyane
Dibe êvar heta sibê
Hemî dil şa dibin ji wê
Deşt û çiya bi kulîlkan
Bêhneke xweş didin hewê
Pûngê xwe li hewşanê girt
Bêhna wana her der dagirt
Gelek dehl û devî geş bûn
Merajoyê jî xwe ragirt
Axlêve tim bi bêhna xwe
An ji çandê an jî ji xwe
Ji livyekî çilî dide
Bi rêj û rêça berê xwe
Ew rêj di axê de kome
Bi lepatê ve didome
Sihûd û bextê ji bo me
Pîroz e pêpar e yome
Ezê xwe nû amade kim
Dest bi nexşê adarê kim
Çi zanebûna min hebe
Ezê wan li serhev rêzkim.