Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Wateya navê adarê ji adanbûnê tê û qala behra di wê de tê tîne ziman. Dibe ku ji vegota av û darê vegerîyabe navê wê.
Di rêzimana kurdî de du tîpên hemdengî di nav peyvekê de nayên bikarhanîn, lê belê di vê peyvê de ji bo serwextbûna vê babetê divê du “d”pevre bên nivîsandin ku, ji bo babet bê fêhmkirin û bi lêvkirinê de ciyê xwe bibîne. Ango: { ad - dar } =addar : behrdar.
Wateya meha adarê
Dema av dikişe darê
Adanbûnê tîne ziman
Bal diçe ser barê darê
Bapîr dibên ev adare
Sêpêve meşk dew lê dare
Ew meh sed carî pîroz be
Xêr û bêr li wê dibare
Ji xwe ev meh tev çîroke
Ew him cejne him dîroke
Xwezilî ji wan xweşbexta
Her sersalê wê pîrozke
Pîrozî bi tenê nabe
Divê serxwebûn jî hebe
Kurd jî mîna gelê dinê
Bi azadiya xwe şa be
Gelê dinê yê kevnare
Çi ecêbe hê bê ware
Bêtifaqî roja reş e
Tim li stûyê kurda bare
Ji dîrokê rind tê zanîn
Kurda şaristanî anîn
Der-dor li wan dibûn edû
Wan serî li ber danenîn
Ji bo kurd nebine serdest
Ji wanare ev bû mabest ;
Ji ber ku kurd qet nebine
Xwedî hêz û bi xwedî hest
Kê lider-dor bibûya key
Kurdên xayîn didane pey
Bi wî awî perçe dibûn
Ma fêr ji wê girtine qey!
Keyê asûr ku bû bizot
Tedayî li ser wan ajot
Dixwar û li xwe jî dida
Mêjiyê kurda bi cot cot
Ji bo dehaq rojê du ser
Jê dikirin didane ber
Digo ger ew xortê kurd bin
Ji bo mêjî jê derxin der
Mêjî didin ser sermilê
Ji bo pak bike wê kulê
Dema hinek jî jê dixwar
Dikete nav eşq û şulê
Ew xwînxarê li wê derê
Çêyekê li hember derê
Ew kawayê hesinkar e
Xuya dibû li wê derê
Dor hate dor lawê kawa
Difikirî ka yê çawa
Xwe bavêje qesra dehaq
Hilde heyfa hemî lawa
Kawa her ku dilezîne
Çakûç bi hêrs dihejîne
Ewê ji bo gelê bindest
Serê dehaq biterqîne
Keys ev keyse cara yekcar
Ewê serê kurda dixwar
Kawa çep-çep lê mêzekir
Dê çi li wî bi be sitar
Destê kawa zû hilatin
Wek birûskê deng jê hatin
Milên wî li hev fetilîn
Çengê dehaq rûda hatin
Kawa bi timtêlê leqî
Serê dehaq kir du şeqî
Zeng û zebar xwîna pintî
Ji dev û difin bijiqî
Ew mêrxasê bi nav û deng
Bi çakûçê heralî zeng
Dehaqî kuşt û xemiland
Kesk û sor zer ala sêreng
Ewî qedan ew dehw û doz
Çep fetiland roj bu nû roz
Bîst û yekê adarê her
Bû nirxeke herî pîroz
Ewî gel ji tengasiyê
Derxiste serfiraziyê
Ji wê rojê heta niha
Bûye roja azadiyê
Her tim bîst û yekê wê de
Gund û bajar pêde pêde
Bi coş û şa pîroz dikin
Dibin qurban di wê rê de
Cejna gelê serbilind e
Lew ewqasî xweş û rind e
Ew dayîka bûyera ye
Salê carek dê welide
*** *** ***
Di vê mehê de pez dizê
Yê ne zayî didin fêzê
Yê stewr in vediqetînin
Yê zayî jî dixin rêzê
Berx û mihî hev dan dibin
Berdîr berxan newan dibin
Bisk û nîşan li sernebin
Pispor jî geh nazan dibin
Sed liv berdîrê salekê
Nabine dewê malekê
Ber bêriyê bên dotin jî
Lê tu tişt nakeve meşkê
Di wan rojan de carcara
Zarok ji çiloyên dara
Hembêz hembêz dikişînin
Qefşik qefşik didin kara
Êdî reşber diqijvijin
Koçer li rê ling dipijîn
Dest û piyên wan qirêjin
Lê di dil de pir paqij in
Wan ji pevre xeber şand in
Qey yê barkin dar kişandin
Nivîn şûştin dane tavê
Kuçik danîn nan pijandin
Kon vekirin tej kêl kirin
Hetan kutan çît lêkirin
Ji gulokên kûrka mûyê
Hevdik badan rist çêkirin
Qîz û xorta tev lezandin
Kon û çît li hev welandin
Taên wana wekhev kirin
Li pişta ga edilandin
Berodanê êdî herin
Kûçik li mal vedigerin
Bûka malê desdergûşe
Xesî xezûr pevre şerin
Zara bûkê ya nûxurî
Li ser pişta wê digirî
Bûk dike ku bistan bidê
Li gel xezûr diqehirî
Koç rêxistin mîna cara
Di nav wan de çendî swara
Hespê xwe sivik lezandin
Ji bo pêşde biçin wara
Ji bo cîhkî bi êwirin
Rêde li hev dişêwirin
Ya buhurtî tê bîra wan
Diz di dil de disêwirin
Bi wî awî çûn warkoza
Mehîn ji ber mêş û moza
Refes li hev û du didin
Kurî ketin tewle baza
Malan li warkoza danîn
Bûka bi lez xwarin anîn
Toraq û rûn nan û penêr
Cêrekî avê jî anîn
Xwarin xwarin westa wan şkest
Mêkutê dar hildane dest
Bi eşq û şa deng dane hev
Şaêran jî xwendin helbest
Bûkên kofî zêr li dorê
Konvegirtin li ber Zorê
Çît li dorê fetilandin
Kulîn li rast stêr li jorê
Şilî barîn ew konên kort
Dilop lê dikin şire şort
Hebin pêşmal ne şidabûn
Ewan malê kêmkeç û xot
Pêde pêde ew konên reş
Qey li wan deran bûne nexş
Berhev pêşhev dabûn rêzê
Rêzên wana bi şeşe şeş
Koçer êdî kêl bi kêlê
Nasekinin li wê hêlê
Yê li ber bi jorve biçin
Xwe bidin serfêza rêlê
Adar qedî avrêl xuya
Berverojên hemî çiya
Şivana pez berdane nav
Devîstanên ji berûya
Gulên li deviyan kej in
Şaxşivînin ne bi pej in
Berê wan tim li rojê ye
Bi bandora wê dihejîn
Hat bihorî Adara can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelê dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.