Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

GULAN

    Ev meh, ji demên salê dema yekem de meha dawiyê ye.Wê navê xwe ji ber piraniya gul û kulîlkan girtiye.

Ew nav bi xwe ji gulê tê
Sebra bilbil bi wê dertê
Ew xemla nexşê salê ye
Eşq û evîn tev ji wê tê

Ji xwe ev meh ya gulane
Ew nêzîkî her dilane
Azadî ji wê tê xwestin
Eva serê çend salane

Kulîlkên deq binefşîn xal
Ziman dane bilbilê lal
Dibin peyxama bengî yan
Bêhn û etra sogula al

Sorgul beybûn çîl û lale
Bilbil li ber wan dinale
Per û baskan dihejîne
Halê bilbil tim ev hale

Bûye stuxarê evînê
Yê çi bike ji hêlînê
Gul û gulistan nebitin
Bilbil bê wan dike şînê

Tu meh wekî wê ne xweş in
Wiha bi renk ne bi nexşin
Kulîlk bi tev direqisîn
Ku nav çavan zeremêşin

Kulîlkên wê cûrbi cûrin
Beybûn binefş bê qisûrin
Gulezerîl û gula sor
Sertacê ser gulên hûrin

Demek heye ya gulê ye
Demek jî ya şîlanê ye
Dara gulê bi dirike
Bilbilê jar li bendêye

Kaniya li ser fêza çem
Min ji dûr ve dît ez çûm cem
Av jê vexwar cî serxwşbûm
Ji min dûr çûn xeyal û xem

Hê jê virve serxweşim ez
Pêlên çemê hatin bi bez
Çiv dane xwe difetilî
Ez avêtim baxçekî rez

Li wî baxçê kulîlk û gul
Kevok û kew tût û bilbil
Sedaya wan herder dagirt
Bi xwendina ji vîna dil

Ez bi wan gelekî coş bûm
Qey ku bê kul û bê êş bûm
Serê min ser min zivirî
Êdî tevî tev serxweş bûm

Li qûntarên her zozana
Li devrastan li xozan a
Xemla gul ên li gulan ê
Mîna refên bêrîvana

Gulê zer li ciyê dêm in
Yê kesk û sor li dor çêm in
Tê bêjî qey ew dikenin
Zar û ziman ji wan kêm in

Ew baxçeyê qedîm ê kevn
Bi xwe rast e ew nabe xevn
Wek xalîçe wek bisk û ber
Jê re bûne dezge û tevn

Xwezi tim wî baxçî de bim
Wek bilbil bi gulê şabim
Wî di dil de biparêzim
Bê tirs û xof li hindê bim

Ev meh mehek pir xweş e
Ji berfhelê çem dikişe
Avên kanya bi nerme nerm
Bi heft dengan dixweş xweşe

Têrbûn bi wê ne pêkane
Moz bi xwe jî jê dizane
Dema betaliyê nîn e
Dem dema xebata wane

*** *** ***

Me dema yekem bi rêkir
Dema duyem li despê kir
Her sê mehên axlêveyê
Gelek tişt pêşkêşî mekir

Hat bihorî Gulana can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.

← ADAR Destpêk AVRÊL →