Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

AVRÊL

    Avrêl ji dema biharê yekem de meha duyem e. Vê mehê navê xwe ji ber ava di rêlê de diherike girtiye. Ji daristanê bi hev de kutayî û
    gur re dibêjin rêlistan, ku berf û qeşaya li nav wan daristanan de di vê mehê de dihele û ava ji rêlê de diherike, bi raçevkirinê ve ji wê re bûye nav. Av û rêl. Ango av ji rêlê diherike.

Wateya meha Avrêlê
Xwe xwebûna xwe dibêje
Caran mîna nanê sêlê
Geh rast, geh jî çep dipêje

Sîha datane nahêle
Berfa li vir zû bihele
Dereng helandina berfê
Tev ji bo geşbûna rêl e

Dema Zivistan didome
Berf li rêlan zêde kome
Gava helî û li hevket
Ew levketin pir bi şom e

Li aliyên bageran da
Ev meh caran dibe qeda
Têde rojên belû hene
Edî li kê da kê neda

Ji ber helê çem pingurîn
Belekî tev hevraz firîn
Pîrê lez ket bi nezanî
Vê mehê de gîsk dibirîn

Jinên çûbûne ser bîrê
Mat bûn ji kirinên pîrê
Wan ji hev re waha digot ;
Qey dewran hatiye bîryê

Pirê hê mû nebire mal
Bagerê lê neda mecal
Heta sibê gîsk gi qirbûn
Bû mînaka her sal her sal

Pirê berê ne wahabû
Kesbê serê wê avdabû
Yê mû biha biha bida
Rojreşiyê lê desdabû

Ketibû nava fikar a
Li xwe bar nekir ji qara
Xuşûş ew dabû ber xwe
Nû ketibû binê bara

Kirinên şaş yek carekî
Mêrov dixe bin barekî
Yeka mêrov nabe dudu
Duduya wî dibe yekî

Cerbandina nedî berhev
Xesar û bers dibe tevhev
Kesê ku bar ji piştê ket
Êdî hey wî bide serhev

Ji yê aqil pirsîne ka
Te ev aqil ji ku hilda
Got min ji bê aqilan girt
Ne mîr da ne jî yezdan da

Stuyê biçe binê kêrê
Yê çi bigir ji wê fêrê
Çare ew e xwe bavêje
An Mizgeftê an jî Dêrê

Pîrê sond xwar yê tobeke
Cardin tiştên wisa neke
Bi xwe xwera peyman danî
Li hevalên xwe mêzeke

Derê pîrê dada mabû
Karê wê tev cîhde mabû
Dest li ber xwe girêdanbû
Qey bê kulê li wêdabû

Jina cinar çû ba pîrê
Nebesyên wê anîn bîrê
Şiretê baş li wê kirin
Serpê xwarin mast bi sîrê

Gotê êdî mekeve dû
Birê gîska bi birtî çû
Ka bes e mînanî dîna
Por li serê xwe venerû

Tu mînanî qencelîska
Xwe kor dikî ji bo gîska
Rêyek din ji xwere bibîn
Dest bavê zeviya nîska

Pîrê gotê ez bi gorî
Devê min de zwa bû parî
Bawer bikim te nebûya
Dinê li min dibû tarî

Ser serêmin ser çavên min
Tu xêr hatî mêvana min
Ka ez çavên te maçîkim
Te qidûm da ber dilê min

Pirê rabû rojeke tav
Cot hilda çû hêrga serav
Sê çar cara xetxetî kir
Deh lib kod nîsk avêtin nav

Wê bagerê çi bir çi hîşt
Di dawyê de bi miştemişt
Zextê xwe tev kirin û çû
Germahî jî êdî rûnişt

Ji ber ewê serma xafil
Hêşînayî tev bû zibil
Hewayê ku edla xwe girt
Dîsa her der dibû xemil

Dîmen xweşe balê berdê
Wekî li ser rakî perdê
Dema ku ximam lê rabe
Leylan dikeve rû erdê

Reşbera xwe diêşandin
Den li hêrgên xwe reşandin
Li nêzî piştî heftekî
Şitil dihatin nikandin

Bacan îsot û gulbiser
Kundir kulîlk didane der
Vê mehê de aşêv dikin
Zebeşê reş petêxê zer

Elbet ji bo kesên reşber
Sermaya hişk dibe xeter
Ku venegere qeşayê
Bostanê wan didin sê ser

Ji bilî genim û cehê
Ji sed heta nod û nehê
Bi çadinyê re mijûlin
Çandine karê vê mehê

Bi bêrê. Ne bi dar û ço
Ne li şevê herdem bi ro
Şitilên xwe diçikînin
An bi yek yek an jî zozo

Ji xwe hemî bi amûrin
Ew amûr tev destî stûrin
Tiliyên wan yên cedewî
Ji amûrên bi qisûrin

Rewşa deştê tim waha ye
Li zozanan hê sermaye
Carna mij xwe lê radixe
Li çiya jî hê qeşaye

Êl ku warkozan cî dibin
Nû hêsayî lê çê dibin
Şev şilî be roj jî tav be
Bestan jî gul hêşîn dibin

Teme dane ser şivana
Ji bo pez zû bînin dana
Ewên zayî kalekal in
Şîr dikişe ji guhana

Bûka ji hevdu re gotin
Pez bêr kirin şîr jê dotin
Têra xarina xwe hildan
Yê din li sîtilan rotin

*** *** ***

Demê bûk betal dimînin
Rêyeke maqûl dibînin
Çav ji hev re diqirpînin
Bindarûkê bi bîr tînin

Ji bo biçin bindarûkê
Xesûyê destûr da bûkê
Teşî rêsa teşî ristin
Li bin sîha dara çûkê

Hê bi dawî nebû ev meh
Seridîbûn genim û ceh
Ewr li jorê hev digerîn
Bilqvedida birûskê geh

Vê mehê de hemû mala
Tijî dibin meşkên vala
Rûnê li ber kilê der tê
Didine ber pîr û kala

Hê berbangê sibê zûka
Bi kilmeşkên qîz û bûka
Bi wîtîna çivîkan re
Dew beşaftin bi parzûnka

Avrêl çû gulan li dû hat
Li sorgulan gul hildihat
Evîndara sorgul girtin
Ji bo hev re bikin xelat

Hat bihorî Avrêla can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.

← GULAN Destpêk HAVÎN →