Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

HAVÎN

    Havîn, ji demên salê de ya duyem e.Wateya wê di nava tava herî zêde de veşartiye. Di zimanê farisî de jê re dibêjin”tabistan.” Di kurdiya kevn de jî, ji vê demê re” thavîn”dihate gotin.Bi domana demê re ”t” ji ber” h”yê rabûye û bi despêka tîpa “h”yê ve bêje bûye havîn. Li gelek herêmê kurdistanê de hê jî ji ber dijwariya germê ji vê demê re dibêjin tavînî. Di vê demê de sê meh hene Pûşber,Tirmeh û Tebax e.

← AVRÊL Destpêk PÛŞBER →