Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Evê mehê navê xwe ji ber bergirtina pûş girtî ye. Bi gorî salnameya newrozê de ev meh, meha havînê ya yekê ye. Ji xwe havîn di bîst û yekê pûşberê de despê dike û bîst û yekê Tîrmeh de diqede. Ji pûşberê re ceh zeran jî tê gotin. Bi vî awî ceh, genim, nîsk , şolik, nok û hwd. Di vê mehêde ber digirin û naveroka wan dendikê wan yanê denê wan dibe şîr.
Ji xwe hemî çandiniyên hêşîn tên, ber digirin û ji piştî bergirtinê berê xwe - dendikên- xwe dadweşînin nav axê û bi xwe jî vedigerine pûş û zer dibin.
Wateya meha pûşberê
Ji ber ku pûş tê ber birê
Wê ev nav ji wê hildaye
Çi xweşe ev navê bi rê
Bergirtina pûş û pelaş
Zeviyên bi nîsk û bi maş
Dema kimil radihêlê
Dihêrin wek destarê aş
Ji xwe li wê mîna hercar
Edî sorgul nayên jimar
Ji ber bêhn û hilma wana
Cîwan dibin kalên kevnar
Dawya demê wekî cara
Pûş zer dibe li derdora
Koçer di ci de nasenin
Yê barkin ji biharxêra
Ji xwe pêş de bo havînê
Serêl diçin war kirînê
Hinek dirav didine hev
Li ser bextê pezbirînê
Axê êlê ji bo germê
Digo ew qet nayê şermê
Çêrê hêşîn tev zer bûye
Ji xwe ev in şerdê demê
Hindik maye li wir barkin
Hespan bi cil hevsar dikin
Kona hê berbangê dixin
Bara li hev parve dikin
Cil dikin gayên baravêj
Serjêdikin çend pezên gêj
Goşt vedixin û dipêjin
Li ser sêla binî qirêj
Berodan hê şevde şandin
Ga barkirin teng şidandi
Taştê xwarin hêdî hêdî
Koç ber bi jor ve meşandin
Koç di rêde rêz dimeşin
Pêşber xortên simêl reş in
Keç jî li bal wana hene
Dêre sût in mêzer nexş in
Ber dest hîştin xurca kata
Berî dane çal û korta
Şev êwirîn roj ajorin
Yanzde roja wan rê kuta
Êwira wan hindik maye
Êl gelekî bi kêf şa ye
Yê firarkî cîhkî daynin
Ji bo westa ga hespa ye
Êlê xwe jî ew yek dixwest
Da ku westa wana şikest
Pêşkoçiya bar avêtin
Li çengê çem cîhkî devrast
Werîs ji cilan kişandin
Carcîm û kulav,weşandin
Bûka zarok ji bo tirşo
Tev bi berve gelî şandin
Çend roj şûnde dîsa hejîn
Swarê hespan pêş de meşîn
Li berekê rêç vekirin
Koçê malan li pey kişîn
Çûne warê binecîtî
Colan tevî yê dewletî
Hawirdorê wara gerîn
Parvekirin bi teybetî
Êdî biharê cî guhest
Stûna ewra bin ve şikest
Karkeran xwe amadekir
Pêvanên nû hildane dest
Kur dibe dema havînê
Ceh û genim tên çinînê
Bet, quling rêz rêzî dibin
Li xozana tên dîtinê
Kevirbe jî wî havînê
Bigir bavêje kulînê
Kingê ku roja wî werê
Dibe dermanê birînê
Ser xatirê dema dud ya
Hezar silav li gundiya
Ew xwş bext û bextewar in
Demê diçin serê çiya
Ji xwe pêş de bibû edet
Sofî yê êlê yê rû xet
Bi xençerê ser jêkirin
Sêçar ji ew pezên seqet
Jina goşt dane kulînê
Heta kavir bên birînê
Ji xwe wan pêşde zanibûn
Bikirçî tên pez kirînê
Ew sê swarên li rê pey hev
Averê bûn hersê jî tev
Ji rewşa wan tê xuyanê
Bikirçîne yeqîne ev
“Hela hada binêr lêlê “
Qey ku ew swar têne êlê
Kewê ji Gozêre digot :
Em vegerin biçin malê
Mal ra xistin ji bo wana
“Fermo” gotin bo mêvana
Ji bo pezan zûka bînin
Xeber gihane şivana
Xeber li şivana danîn
Wan darberdark zû hilanîn
Reşo Miraz yek jî Dildar
Wan bi pevre deng deranîn
Wana nêrî ajotin pêş
Berî dan kaniya ber qêş
Miraz zilamekî çê ye
Bila li wî dûrbin her êş
Ji xêncî pezê didoşin
Yek jî xêncî yên bifroşin
Qusêsya mil hildan jor
Hevrîngê wan pir birxuşin
Heta nîvro sîh vegerîn
Miraz sî û du pez birîn
Keçên hirî berhev didan
Çavên wan li hev zivirîn
Pezkiriyan zik têrkirin
Bazara pez li hev kirin
Ber êvarê hespan swarbûn
Semere pez li wir birin
Mêrên êlê gazî hev kir
Civîn li ser kan ya kevir
Wan qewlê xwe bi cî anîn
Axê deynê zozanê bir
*** *** ***
Xortek hebû di êlê de
Keçek hebû dil di têde
Yanzde rojin hev nasîne
Koç ajotin tev di rê de
Her du jî di êlê dene
Dilê wan jî di hevdene
Yeqîn dê û bavê wan jî
Bi rewşa wan hesîyane
Dikin lawik bikin zava
Bi biryarên dê û bava
Şêwra xwe li wî jî dixin
Li ber wî rêz dikin nava
Law ji şerman diqilqile
Ew çeçika ew pê dile
Gêzî dest de ber konê reş
Bi lez û bez duşuxule
Keç bêriyê şîr didoşe
Lawik dûr ve dil disoje
Li ser çerçî keçikê re
Xebereke waha deje ;
Pêwîste em hev bibînin
Ji bo miraz biqedînin
Cihkî talde biaxivin
Bawera xwe bi hev bînin
Keça bi dil xebera duh
Wek guharê avête guh
Ciyê lawik nîşan dabû
Kaniya qêş ewa dor suh
Cêr li mil girt mêzer li ber
Keçik çû kaniya hember
Bi dê wetrê diçe avê
Nizane law da ew xeber
Lawik li wir xwe vedişart
Bi dûre dûr rê vejibart
Keçikê lez gav dipîvan
Wê hinekî zeman buhart
Por li serê wan bû dasî
Axir nabe evqas kasî
Armanca wan nû bi pêhat
Wan hevdu dît bi kurtasî
Ça hevdîtin reng lê firîn
Şerma wan çû hev mikurîn
Evîna xwe pev re gotin
Bext û miraz bi hev anîn
Lawkê fedok bi cî rabû
Li gulyê keçikê şa bû
“Te çima yek ne hûnaye
Ji bo çi ew nîvco mabû”
Keçikê ha bersîv da law:
“Ne tebat mabû nejî taw
Ji bo derengî nekevim
Lewma venegirtî ma ew “
Nû li wana xweş bûn xeber
Pirsên şirîn didane der
Hindik mabû li wê derê
Hevdu maçkin bi seranser
Wan nişkê ve deng bihîstin
Bi lez û bez cî guhestin
Mat bûn li çavê hev nêrîn
Dest dane hev xatir xwestin
Nerevandin keser û xem
Heduyan jî bi şerme şerm
Rabûn li ba hev dûr ketin
Sarbûn kete wê dema germ
Tiştekî nedîtî bû ev
Devê keçikê kete hev
Zimanê wê nedigerî
Bizor du pirs dane serhev
Got; “dîndara te têr nabim
Bibaxşîne ezê ra bim
Hê kesekî em nedîne
Cêr hilgirim ber ve ba bim”
Li serê wan bû guj e guj
Ber çavê wan her der bû mij
Herdu ya jî ji hev re got
“Ev xemgînî dê me bikuj”
Gelo wan ji kê re çi got
Evînê wa dilê wan sot
Êdî hebdîtina wan ma
Carek dinê li dehlê kort
Dehlê kortê sê kanîne
Kanîk şore yek şirîne
Ewa din jî sarincoke
Sehergehên wê xalîne
Wana ji bo careka din
Ewa dehla raçevand in
Bo bê xeter biçine wir
Ew derfeta rind nirxandin
Dehlê ku duh li wir mabûn
Ewa ji wan re bibû şûn
Hevanînên xwe pêk anîn
Cardin li ber bi wî ve çûn
Wana li wir li hev banî
Lawkê xişîm bi nezanî
Dest avête berîka xwe
Titûn mêştik tev deranî
Qelûn bada livik livik
Dev û lêv lê bûne rijik
Mêştik mizda pif dadayê
Bêhnfişk lêdan sivik sivik
Ser bû xeleq dûxan û dû
Kizirî bûn simêl û rû
Bi wî wetrê ferasete
Hiş û aqil ji serî çû
Ber wê hilm û dûxana wî
Nerehet bû dildara wî
Got;ha bikî ji min dûr her
Ev e pirsa min ya dawî
Lawik carê xwe ra kişand
Destûr ji hevala xwe stend
Li ber çavê dildara xwe
Titûn rijand mêştik şikand
Keçê got:” spas ji bo te
Ser xatirê rûmeta te
Lêborîna xwe daxaz im
Bi dil dibim heyrana te”
Law gotê bes ev qarandin
Keçê awir lê barandin
Her duyan jî ji hev re got
Waha nabe ev zêrandin
Çavê lawik çû ser xalê
Bi wê bejnê bi wêbalê
Cîcî kefteleftî hev bûn
Dev berdan ji gale galê
Ne xeberdan ne jî bezîn
Bi dest û mil hev gevizîn
Êdî di serhevde lal bûn
Hingê dil ji hevdu dizîn
Hê kela xwe têr nerêtin
Ewê ji hevdu biqetin
Destê wana ji hev nabe
Ji ber wê jî diperitin
Êdî ji bilî vê geştê
Lawik sibê diçê deyştê
Demek dirêj hev nabînin
Ka ew hesret li kê xweş tê?
*** *** ***
Êl ku warkoza cî dibin
Nu hêsayî lê çêdibin
Ew pîrekên bîrokene
Tim li dû wan diwekilin
Lawik jî diçe debarê
Keça pê dil bihîst carê
Kelogirî çû fêza mal
Hêsir çavan anîn xarê
Ji hêsiran dil girte jan
Mîna berxa mak lê newan
Nizane çi lê desdaye
Bû hêlîna kul û derdan
Nîvê şevê hat bihorî
Ew hêdî - hêdî fikirî
Digot ezê miraz şabim
Çi kare ev şîn û girî
Ji xwere got: “Ha naçe ev”
Ramanê wê bûne tev hev
Ewên li hev belavbûyî
Wê şevê de dane serhev
Evîna xwe bi bîr anî
Li ser çavan por hilanî
Bisk û gûlî hûr hûnandin
Xwe xemiland bi hêwanî
*** *** ***
Çend kes mêrê navsere bûn
Li ser rêya ber hember bûn
Ew û xort tev lê dimeşîn
Çavê keçbûka li serbûn
Êla regîn mêr lêneman
Kalê topal ewî yeman
Qure qure tê û diçe
Mêrxwasek ew yek jî gavan
Ji xêncî wan kalê yeman
Mêr di wê êlê de neman
Ew herd kalê dinê dîtî
Yek gavane yek jî pavan
Kalê topal yê çok deve
Ji ber kuçik dûrnakeve
Kanê çiyê bê serê wî
Ew ji malê ça direve
Canga çêlek hev gerandin
Bûka bi jez zar revandin
Kal çarlepî ji mal derket
Çît û hebin tev qetandin
Mozê garan kire gêlê
Gavan revî xwe da hêlê
Li wê dimenê mêzekir
Bû qîrçîna kozen êlê
*** *** ***
Dîsa ewrên reş û tarî
Li hev kom bûn zîpik barî
Qefak nîne xwe bavênê
Guh li berxvana bûn karî
Gur ku tênê dora mala
Delîl halê kortopala
Ew ji êlê dûr nakevin
Hespan dixwln xêncî nala
Kalê topal yê tirsonek
Nav êlê de bû çîronek
Ewê din jî wekî wî ye
Ji xwe bûne du revonek
Pîrê bi lez çû pêş malê
Bi dizîve gote kalê
Mala bavê ne şewityo
Ew çi reş e li ber palê !
Kalo lal bû dimizmizî
Dev û lêv lê bûne pizî
Wî jî ça ew qeratî dît
Ciyê xwe de dilerizî
Hew zani bû ew tiştê reş
Li ber çavê wî bûne şeş
Qey ku ew dorpêçkirine
Mîna kujerên roma reş
Ji kal û bavan de ew pirs
Li dilê wan de bûye tirs
Ev çîrok tim tê gotinê
Ji zextê ewên gewdegirs
Nizan e ew qerawilê
Ji tirsana du lib gule
Sero bero berdane ser
Wê sêpiya pot bi mile
Ji kalan yekî ling xare
Ewê din jî î qafsare
Ew herdo jî li hev nakin
Li pev çûne ev çend care
Ew êl ve jî li hev nakin
Geh li hev xweş geh bi rikin
Deştîvanê çûne deştê
Ji zûrya wan êş li zikin
Reşber li gund dişuxulin
Koçêr li wir dimilmilin
Den debarê dicivînin
Hîn li êlan difetilin
Ew koçêrên xwedanê pez
Ew reşberên xwedanê rez
Dexl bi koda dipîvandin
Dikirin nav têrên bi berz
Li bêdera henda loda
Kişandin bi elb û koda
Reşber ewqas kêf xweşin
Keda wana neçû roda
Dagirtibûn tatêr û tûr
Ji garis jî du têrên kûr
Şeş hevala hevdu girtin
Ajotin ber aşê dibûr
Genim berî dendarê dan
Çirika aşê lê badan
Ar xwe berda nav ardarê
Têr dagirtin derî dadan
Deştîvan dê biçin çiyê
Ketibûn nav lezgîniyê
Demek dirêj e dûrmabûn
Ji tomast û ji qeliyê
Çend selik ji tirşikên reş
Têrek jî petêx û zebeş
Kewranekî xurt girê dan
Swarbûn swarê hespên kapreş
Rewşa swara zîn zengîne
Xurcên li wan rengrengîne
Cilên hespa nexşê nêk in
Qey steyrikê esmanîne
Xortê kurda ewên jibar
Germa deştê goştê wan xwar
Yê vegerin zozanê xwe
Bo zik li wir bikin kewar
Di nav wan de yekî dexel
Bi henekî çend heb mesel
Qirfê xwe bi Reşo kirin
Apê Hamo ewî keçel
Digot swarê mehîna şê
Zû derket ji derê hewş,ê
Gelo ewê êwira xwe
Biqedîne bi vê meşê
Tê gotinê “bi vê qûşê
Ew tu carê naçe mûşê”
Bêpergalî hemî cara
Meriv dike nav xuşûşê
Wekî her tim bi vî halî
Mîna kesê xwe xumalî
Bi kiryaran ve bi pêk tê
Ew debdeb ên hezarsalî
Ewên pesn û peya danê
Li çeperên derê xanê
Şal û şapik girêdabûn
Hemî derketin meydanê
Kewran bi bar xemilîne
Haja mala bi wan nîne
Ew çend roj in li ser rêne
Dilê wan eşq û evîne
Di navbera wan êlê de
Ji ewê mesîlê wê de
Sergereke mezin heye
Êl dixuyên di cirgê de
Piştî nîvro ber êvarê
Di kêrtê de hatin xarê
Malîvana mal paqij kir
Lewra wan dîtibû carê
Qey bê zar jî pê hesîne,
Jina kewran dûr ve dîne
Bi lez û bez diçin û tên
Kesk û sor zer xemilîne
Kervan bi xwe yanzde swarin
Hinde jî gayên bi bar in
Ew hefteke di rêdene
Ga westîne hasp jî jarin
Keça bi dil çav li rê ye
Dît ku yek li ser pêşyê ye
Ewê ew ji dûr ve naskir
Ew delalê dilê wê ye
Kewranvanî hat rûniştin
Dew xwarin dest pê şûştin
Pirs û pirs yar ji hev kirin
Bal pîrekê xwe rûniştin
Ga ajotin fêza mala
Meîn berdane newala
Xewa şirîn her êvarê
Tê dora zarok û kala
Xweşe xweş a ava çeme
Hîva bin ewr xwe da ser me
Kewranvanî pir westîne
Êdî xew e bi wan kême
Zar li bavê xwe têr şabûn
Bi şirînî xewê barbûn
Ew şev li wan kurt bihurî
Hê sibê zû ji xew rabûn
Tavê pencê xwe nîşadan
Li sêkuçê agir dadan
Bi tomastê taştê kirin
Ji kiryarên xwe salix dan
Piştî taştê mihî hatin
Li bêriyê dane dotin
Ewê ku nebirî mane
Ji her bêrîkê çend cot in
Êdî birîna mîhên din
Hindik maye bê qedan din
Kar bi komegî dikirin
Xwe yeke yek newestandin
Li kaniya berê avê
Ewa pişta we li tavê
Ji bo xwarina pezbira
Sê zebeş dabûne navê
Wana nîvro goştê berxê
Bi darsûkên dara merxê
Li du deran sêl danîbûn
Li dor wan ketibûn çerxê
Zebeşê reş yê qet qetî
Mastê miha goştê patî
Nexwaşan jî rahîşte ser
Kes di cîh de netewitî
Pîra malê meta Almast
Ne bi dizî bi rasterast
Dil û gurçik hin goştê nerm
Kezeba reş jî ji wan xwest
Ji xwe pîrek bi rûmet in
Dê û xatî, xwîşk û met in
Demek dirêj keybanû bûn
Dûre li ser text de ketin
Pir bi behr çû ev meha xêr
Tijî dibûn ta û tatêr
Reşber koçêr hesa bûne
Pişta xwe sipartine stêr
Reşber koçer bi karê xwe
Sererast dikin barê xwe
Ked xwar nebin yê xwedîkin
Feqîr û jarên li ba xwe
Hemî serdest mîr û kizîr
Li bêderê wan tînin bîr
Qaşo xêrê bi wan dikin
Wan dikin noker ji bo mîr
Keda reşber û koçera
Dibe para mifte xura
Him mîr in him şêx û sofî
Bûne serbarê kedkêra
Hat bihorî Pûşbera can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.