Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

TÎRMEH

    Ev meh, ji demên salê ya havînê de meha yekê ye.
    Di vê mehê de den, dendik, kakil û hwd. di meha pûşberê de jî hatibû gotin ku di naveroka dendikên di berê pûş de wekî şîr bûn, di vê mehê de şîrên di dendikan de ji şîrbûnê vedigere tîrbûnê, ango naveroka dexl ê digêje û xwe di xwe de xwe têr dike. Ji xwe ew bi navê xwe ve çîroka xwe dibêje.-Tîrmeh û têrmeh-

Wateya meha tîrmehê
Him ji genim him ji cehê
Him jî ji bo gihîştinê
Tîrbûn e mora vê mehê

Despêk ê de den dibe şîr
Ji şîrê rehn dibe yê tîr
Vê mehê de li bêderê
Vedigere dibe hevîr

Feraset a kebanya jîr
Bi refikê û bi kevgîr
Li zikê tendûrê dixin
Waha dibe nan ew hevîr

Ji ber wêye ku ev meha
Ji tîrbûna genim ceha
Hemî nîsk û şolik nok
Nasekinin li ser reha

Vê mehê de reşberên baş
Xwe ji karê nadine paş
Bi tevdîrin wekî ji bo
Çinîna wan cehên feraş

Cehên virnî û cehên dêm
Cûdanin ji yên dora çêm
Ji xwe ceh naçînin nava
Hêrgên şileke û avzêm

Li despêkê ceh digêjin
Genim dûr re den dirêjin
Serad û bêjingê dikin
Pey destarê wî dipêjin

Eva meha bi nav nîşan
Destewaze ji bo merdan
Dexl û zeda ji bo jara
Di ser wan de zêde berdan

Di serî de heta niha
Bi mecanî û bê biha
Merdaya xwe didane der
Ew koçêr û reşberên ha

Bi bêhnfire bi hizirin
Ji xwe koçêr jî karkirin
Qencbûn û başbûna wana
Ji cotkaran tê pirsandin

Di nav wan de nînin yê piş
Pir zîrekin ewên can xweş
Di her hêlê de pêşdane
Karê xwe tim dispêrin hiş

Wekî hemî bax û naxçe
Bê dest ê wan bi rênaçe
Mêw û mêwîj ew pêktînin
Herder diba xenî dîçe

Ew reşberên timê li mal
Zozan bi wan dibin xeyal
Qey şivantî tê bîrya wan
Bilûra sor bazbend li bal

Şivanê xumal jî henin
Yê ne xumal in jî henin
Rewşa şivantiyê ev e
Timê li hevdu disenin

Ew peyayê dibin şivan
Bi zanyarî û bi pîvan
Di karê xwe de pisporin
Kes ji wan re nabê nezan

Şivantî karekî baş e
Ne sewdayekî bi haşe
Lê bê zehmetî jî nabe
Belê ew dîsa jî başe

Ew şivan in ber pezan in
Ew mêrxasin şarezanin
Ew in ferasetê kurda
Yê çabikin ew pê zanin

Ser bilindin dil weke şêr
Bi anorin nakevin jêr
Şivanin û nav nîşanin
Civaknas in ewê bejmêr

Hin wekî zerdûşê xwenas
Wî heqîqet dabî pênas
Bersîv ji yezdan dixwaze
Got: Kî yî ey kesê nenas ?

Ew şivanên ber mal xura
Rindikin wan didin gura
Mîna wan xayînên kurda
Nakev in rêza camêra

Bo mal xura cara kulîn
Ji bo wan ew dibe hêlîn
Hinek dixwin pê dimirin
Li hinan jî digivirin

Paydar in ji wê iletê
Dibin vegota xeybetê
Li ser goyan dilikijin
Bêhna bîsokê ji wan tê

Hemî ewên dibin malxur
Xwezî bibine para gur
Qehêt bibin çêtir dibe
Yê zik birçî û têrnexur

Kê çi revand kê jî çibir
Ne xeme ji bo yê ço gir
Ketine derdê zikê xwe
Ji bo yek parîkî çivir

Kanê kê wan tim li ser pê
Hergav waha li wan bipê
“Diçe nanê şivîn dixwe
Ku ecelê nizinê tê”

Şivanê pez yê bi miraz
Xirabiyê tucar na xwaz
Ça ku bêjî hinde kuştin
Dibe lêvbazi ya gengaz

Hat bihorî Tîrmeha can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
min jê çend tişt anîn ziman.

← PÛŞBER Destpêk TEBAX Û GELAWÊJ →