Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ev meh, ji dema havînê de meha sêyem e û a dawiya wê demê ye. Ewa bi çend navan ve tê naskirin. Ew nav tebax, steyrika şivana, gelawêj û qurix e .Ew cure navên geresteyrika Venûsênin. Venûs, di mîtolojiya romayê de navê xudawenda baxçeya ye û wekî şêwe û teşeyê afrodîtê dihat naskirin. Di dema babiliyan de jî xudawenda bi navê îştarê dihate bawer kirin. Ew geresteyrik bedewiya Afrodîtê dinimîne.Teybetiyên wê li jêr in.
Di kurdistanê de navê tebax û qurixê dertê pêş.Tebax, qurix, gelawej û siteyrika şivana; dişibine şaxerêyên şaherêyekê.Divê ew di şaxerêyan de bên şopandinê ku mêrov xwe bigihîne têderka wan.
Bi şirovekirina “qarix û tebê” naveroka babetê zelal dibe. Şemala steyrika şivana ya navê wê venûs e, bi şemala xwe wateya tebaxê li ser zimanê kurdan de xwe bi cî kiriye.
Tebax, bi bêjeya tebê û axê ve bi pêk hatiye. Ew herd nav cureyê nexweşiya derûnî ne. ji wan re”epîlepsî”dibêjin pêgirtina ji xwe ve çûyînê ye (ew nexweşi ji bo mêrovan e) û ew nav şibandine navê wan mehan. Gelo têkiliya wê nexweşiyê di navbera bûyerên fezayî û di wê pergalê de çawa çêdibe û bandora wê nexweşiyê ka guherîneke çawa li dinyayê derdixe holê.
Dema zanistiya astrolojiyê li pêşneketi bû, agahiya tu kesan bi çima û bi çawabûna qewmandinên di nav xwezaya esmanî de jî tu za- nebûn nebû. Nexweşiya atiyê ango tebê, di nav pergala xwezaya geresteyrkan de jî heye. Ji wê re pêlê manyetîk tê gotin.Yanî bayê kaşkirin- dehfdanê ye û ew ji hêz û beza elektronan ve bi pêk tê. Ew jî erênî ye, ku dibe sedema rêk û pêkê.
Têkiliya teb û axê çawa li ser heywana bandor dike: Koçêr bi ezmûn û bi çavdêriyên xwe ve di derbarê teba ku,bi navê qurixê tê zanîn, mînanî zaniyaran bi tevgerîne. Qurix ji qarixê tê. Dema heywan demek dirêj li berfê binhêrin qarixî dibin. Ew gereserka navê wê venûse; tebax û qurux hwd. bernavkên qarixêne. Qurix bi xwe jî zaroka ronahiya Venûsê ya bi arîşe ye. Lewra ew di dorvegera xwe de berevajî gerestêrkên din e. Weşa beza îşiqa wê jî ji gerestêrkên din cûda ye. Ew îşiqeke bi rengê çîlsipî û qey sipîtahîya berfê diwesîne û bayê “manyetizm” a wê jî ji ya gerdûnê cuda tir nîne. “Hêzinî ”anko gujmeyên di wê de tên, bi hêza pelerêzan ve “manyetîk pêl” teşeyekê digirin. Ew teşegirtin dibe sedema fotonê ku di rojêde tên, li fotonên xwe siwar bike û bi xêra fotonên di rojê de tên fotonê xwe bi wî awî li ser derdoran de birijîne.
Dûnya gerestêrkeke xwedî bi atmosfer e. Dema ew fotonê di Vesûsê de tên, li cîyê elementa oksîjenê zehf be an jî li cîhê nizm de, bandora wan dişikê. Lê belê li ciyê bilinde bin bi bador in. Ji ber wê bûyerê şivan pezên xwe, hesp çêrandî jî “seyîsvan” hespên xwe di navbera wan rojên nîvê havînê de ji ciyê bilind, berjêrî ciyê nizm dikin.
Lewra dizanin ku qurixê li sewalên wan bide û yê çavêsî bin.
Qurixê çawa bi bêjeya qarixê ve navê xwe girtye, tebaxê jî navê xwe ji tebê (epîlepsî)yê girtiye.Teb-ax,tebax.
Navekî teb ê din jî atî ye. Ji gelek kesên nesitirî re dibêjin ew yekî bi atîyê ketî û teptepî ye. Lewma di pêncê tebaxê de hesp û pez teptepî dibin û çawa bi awekî din bi atiyê dikevin.
Wateya Gelawêje jî, ji ber çand û wêjeya gotin û vegotinên wê demê ne û têkiliya wê bi Venûsê re jî heye.
Navê evê mehê ev e
Ew bi xwe sêrkeke şeve
Nîvê havînê der tê der
Dibêjin qurix dikeve
Dibêjin qurix bi xwe jî
Wek hebûneke ne bejî
Ew li tevî roniyê tê
Li ser erdê de dirijî
Di derbarê wê balê de
Kê serê xwe li belêde
Xwe bavêje nav fezayê
Zordarekî cûda lêde
Kê zane ka ew çi nirxe
Ya ku ew li erdê dixe
Bi çanda pergala xwe ve
Agir li ewra radixe
Bicedîn bi xwe xwe nas ke
Şaşîtiya pey hev neke
Li ser xwe pir bifikire
Xwe bi micit bi biryarke
Li ser esmana negere
Tim li karê xwe vegere
Tiştê ku karê te nînbe
Dûr here ji wî biqire
Gelawêj bi xwe Tebaxe
Şemala wê şax bi şaxe
Li ser axa welatê me
Ronahiyê lê ra dixe
Ronahiya bi reng û reng
Demê re tê ne bi dereng
Ew bi şewq û şemala xwe
Him reng dide û him jî deng
Bi wî rengî girtin bawer
Herêm herêm dever dever
Ji wî dengî hişyar dibûn
Bi wê hêzê ve bûn tevger
Ji tevgerê komek serkêş
Bi wêrekî derketin pêş
Tirsa li ser xwe şikandin
Gotin bese ev roja reş
Hinek axa û beg û mîr
Siberojê nayînin bîr
Serê wan gelekî hişkin
Nakevin ber kevanê tîr
Wekî heyvên din jî ev heyv
Çeşna wê wek kalil û meyv
Zêhna mirov zelal dikin
Bi lewz û bi kelam û peyv
Yek carê li Gelawêj ê
Dil paqij bûn ji qirêj e
Kurasê reş qelişandin
Dûr ketin ji kul û êş ê
Fîşeka ewil peqandin
Hîmê axa lê leqandin
Ked xura û dagirkera
Hevsarê xwe hilkişandin
Sal hezar nehsed heştê çar
Kurd pêşketin wekî hercar
Hêvotinê serokê xwe
Ji xwe re dikirin biryar
Nû li dinê artêşa kurd
Di evê rojê de cî girt
Hîn zêdetirîn xurt dibû
Her rojek ji rojê buhart
Pir şa dibûn ewê çaxê
Pênc roj diçûn ji tebaxê
Rênçbera mafê xwe hildan
Duruf danê wan bi daxê
Ji şivana yê ber bi çav
Geh şiv, geh bilûr û kulav
Cara tûncik şe dikirin
Ji etirê gulav li nav
Şal û şapik rind li wan tên
Çek li milda bi tiving tên
Mîna gurzê rostemê zal
Ku her demê di wêde tên
*** *** ***
Êdî êlê berxan bişon
Pezek anîn ji pêşa kon
Serjêkir in darvekir in
Çermê wê ji ser wê guron
Zik dane ber goştê qelî
Berx ajotin şîpê gelî
Kalê topal xwe vedigirt
Paş de mabû bi dexelî
Ji bo ewî kalê gavan
Serê malê berxek lê dan
Kalê gazî zarên xwe kir
Birin bi lez diruflêdan
Şivanê mafê xwe bigrin
Çavê wan li berxê girin
Axê êlê digote wan
Kîjan rind in wana bigrin
Dûajo li berxvan bankir
Berxê mayî wan hev parkir
Bi kêfxweşî dem buhartin
Heta êlê ji wir barkir
Berxvan reşo zurbe evle
Ji bo hinek bêşî hewle
Ar û kevçî qasik û rûn
Hildan çûne cihkî xewle
Nîv borî bû ji havînê
Ser biryara roja înê
Tivdarek tev bi cî anîn
Lewra berxên bên birînê
Êlê teva berx dibirîn
Zarê keçîn zarê kurîn
Ketibûn nav vedijbartim
Liva qerqaş reş û hêşîn
Kêm germ diçû ewa dema
Hênik dibûn avên çema
Keçbûk çûbûn kirasşoyê
Mal hîştibûn tûrê xema
Ewên miraz li xwe dînin
Tûrê xema li ba nîn in
Ew keçikê berve miraz
Çav li xorta digerînin
Cara heyrano ka dêjin
Cara hêsran pey dirêjin
Wan di dil de dihebînin
Dilê tenik pê dipêjin
Ji serjê kirina pezê
Kalê ketibû nav lerzê
Dest danîne ber çavê xwe
Ji bona ku lê nemêzê
Hat bihorî Tebax a can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.