Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Ev dem, ji çar demên salê de dema sêyem e. Di hîn teybet mendiyên xwe de dişibe dema vejîna despêkê. Payîz, parastina vejîneke nû a ku bihara li dû wê re bê dinimîne.
Ew di vegotina axlêveyê de jî hatibû vekirin. Di zimanê farsan de ji vê demê re dibêjin payzades. Ew peyv, qala ya li pêy xwe dike. Ango “payza” wekî pey ê ya ku bêjî li piştî wê. (Pey za.)Zanîna didoyî.
Em û Fars di vê bêjeyê de hevpar in. Bêjeya payzades : Pey za ango zayîna dawîn, bi domana demê re “a”ya li piştî”z”yê rabûye û navbera”yê” û ”z”yê tîpa “î” yê ketiye şûnê. Bi wî awî payz bûye payîz. Ji xwe ziman ji bo bêjeyan bi awayekî bi zelal serwext bike bi guherina hîn tîpan de bêje xwe sererast dike. Û xwe nûve dike. Ev dem bi xwe bi sê meha ve bi pêk tê. Ew, Rezber, Cotmeh û mijdar e.