Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Di hejmara kurdî de cot ; navê hejmara duduyê ye. Ji wê hejmarê re zo jî tê gotin. Dema jimarê bi du heb du heb binivîsî, çawa ku bibe cot cot an jî zo zo. Ji bo wê yekê ye ku, navê evê mehê ne ji bo cotkariyê ye. Ew nav qala du mehan dike û ew jî cirya pêşîn û cirya paşîn e. Ji meha despêkê re kewçêr jî tê gotin.
Dema koçêr li zozanan dadigerine cîwarên xwe, hingê pezên xwe berjêrî payîzgehan dikin. Ew pez du meha li payîzgehan dimînin. Ji bo pêdiviyên şivana cirya wan ango "komanya" xwarina wan ya mehekê li barxana wan dadigirin. Ew cirya pêşîn e. Dîsa ji bo pêdiviya şivanan ya meha ku li pey vê mehê tê jî ji şivanan re dişînin. Bi wî awî ew jî dibe ciriya paşîn.
Bi wî awî meha cirya yekem dibe cirya pêşîn û ya din jî dibe cirya paşîn. Di hema demê de ji van mehan de Ji cirya pêşîn re kewçêr jî dibêjin.
Ew nav ji ber çêreyên bi nû ve zîlik -avjêro-dide û kew lê diçêrin-girtî ye. Ji cirya paşîn re jî, sermawez jî ber wezn a sermê, Mijdarê jî navê xwe ji ber mija payîzê girtiye. Ewa navê mehên dema payîzêne.
Wateya vê mehê ji xwe
Him cirî ye him jî cote
Ew herdu jî tên gotinê
Ew gotin ne gote gote
Ew,bi cotmeh tên hesibîn
Cirya pêşîn û ya paşîn
Ango cotmeh û sermawez
Bi wan navan têne nasîn
Di kurdî de pirî carê
Ji bo kisp û bers û karê
Mînaka van her du meha
Bi cot-cot jî tên jimarê
Bo pezçêrên payîzgehê
Xwarina wan ya yekmehê
Jê re dibên cirya pêşîn
A din jî li dû wê mehê
Ne ji bo cobarê û cot
Bi vî awî ew bûne cot
Cirya pêşîn û ya paşîn
Têne ba hev dibine cot
Timê li dema sêyemîn
Dil li koçêran hedimîn
Lewre êdî roj kurt dibin
Reşber bi kar dielimîn
Reşber li vê mehê bi cot
Hêrgên serav du car ajot
Kingê genim bavêne nav
Wan ew dem ji pevre digot
Reşber hîn jî dilezînin
Genim zevyan direşînin
Bayê hênik bi nerm e merm
Pelê daran diweşînin
Êdî ev dem demê pare
Ciyên bilind berf dibare
Payîz zivistanê tîne
Ew li koçêran diyare
Ne yek ne dû ne jî sisê
Dû hev û dû ketine rê
Nema ew li ber xwe bidin
Belgê dara yên li ber bê
Hat bihorî havîn kanê
Tiştek nema li meydanê
Mala barkir war xalî man
Kê xweşe ji vê jiyanê
Ka nergiz û kulîlkên gir
Ka xemla wî çemê kevir
Ka keç-bûkê bindarûkê
Ka êl û êlatên li vir
Ka ew baxê gul di pê de ?
Ka bilbilê dil gulê de ?
Ka kevokê dilorandin ?
Ka quling ê di rêzê de ?
Heywax çikim ji vî halî
Zozan tevde mane xalî
Min ji dûrve qulingîek dî
Hem diqîrî hem dinalî
Yeqîn ewî birîn kûr e
Wisa ji dest bê hedûre
Qey ji refan cûda maye
Êwira ku biçê dûre
Min got ka ew çi qulinge
Ji dûr nikul şeqe şinge
Çûme balê lê mêzekir
Him bê bask e him bê linge
Ne dimeşî ewî westî
Ji ber bask û lingê şkestî
Kanê ewê ça azad be
Li wî maye çerm û hestî
Çav li min ket qey ku şa bû
Nikulê wî li ser ba bû
Kê dizane ev çend rojin
Li wê derê birçî mabû
Hêz da xwe ku berve min bê
Kir nekir ranebû ser pê
Awir bi zelûlî da min
Xwe kom nekir ji wê zerpê
Qey zani bû bi bê kêrî
Bêhna dawîn dîsa zêrî
Çavekî wî vekirî ma
Bi xerîbî rê dinêrî
Ew çavê wî yê vekirî
Te digot qey hê digirî
Ji xwe her tim wisa dibin
Çavê ewên xerîb mirî
Serê xwe da ser baskê kul
Kete xewê bê can û dil
Dawiya temen ê wî bû
Jiyan bi wî bû gerdebil
Ber wî qaşê kêleka gir
Dawiyê de ew li wir mir
Berf dibarî bahoze bûn
Rovyê birçî termê wî bir
Ji çavên min ewê carê
Dilop pey hev hatin xarê
Janê girte nav dilê min
Ji dîtinên wê êvarê
Bi zor bela bi xwe hesîm
Lewra êdî diqerisîm
Min bi xwe haj bi xwe nîne
Di xemanda difetisîm
Ketibûm serdest û piya
Ew roj bi min zû qediya
Ji dûrî ve deng hate min
Wek hey heya koç keriya
Bîra min çû zikê birçî
Bi şerme şerm rûkî pirçî
Hej ketibû nav laşê min
Qey ku çem de roda biçî
Min neksa xwe fire kişand
Tengayî ji xwe qewirand
Qidûmê min şkestibû
Dawyê de min ev biryar stend
Ez fikirîm min got da ça
Xwe bavêjim ber pêş koça
Birçîbûna xwe bişkênim
Nan û penêr bi çend qoça
Min xwe gihand ber delavê
Diteyîsîn pencên tavê
Roj bi berve ava diçû
Koça xwe da perê avê
Min oxirxêrî gote wan
Sê xorta bersîva min dan
Destê xwe dane destê min
Mexso Sûto û Elîxan
Me kêfhal ji hevdu pirsîn
Dor axivîn ewên kesîn
Pir bi rêz û bi rûmet bûn
Ne tengav bûn ne carisîn
Qala ewî qulingê jar
Min ji wan re jî got yekcar
Mexso î pir dilovan bû
Kel di xwede dixiste xar
Sûto dilê Mexso kirî
Elîxan jî dimikurî
Poşmanim ku mi çima got
Rewşa wî qulingê mirî
Em teva jî bê deng diman
Mîna kesê bê zar ziman
Xwezî mara bi min veda
Min ew gotin negota wan
Kes nizane yê çi bêjin
Em hemî jî ker û gêjim
Me xwe li ava çemê xist
Berê mêr çûn paşê jî jin
Ewê ava mîna kêrê
Li me dida diçû jêrê
Zarok li mehînan swarin
Kêfxweş dibin li wê derê
Em derbazî hêla din bûn
Koma êlê tev li wir bûn
Şivan hewan ber me rokir
Nanê kate penêr û rûn
Em li gel hev serdest cewê
Heta sibê ketin xewê
Hê berbangê de şiyar bûn
Ji qûtîna hindî kewê
Pêş-berê me zinarê zer
Teyrên baz xwe dabûne ser
Dişibîne lehendên kurd
Qey dijmin re dikirin şer
*** *** ***
Koçêran her wekî cara
Di vê meha cotcobara
Mîna hersal serlêva çem
Dipijandin goştê kara
Vê mehê serm hê pêş de şand
Di ser de jî şilî reşand
Mîna her dem bi xedarî
Dilê koçeran herişand
Ewr li jorê hev digerin
Qey bê ji çiyan re şerin
Ji ber hêrs û heybeta wan
Koçêr êdî vedigerin
Geh li jor in geh jî li jêr
Geh reşberin geh jî koçêr
Geh niştecî geh muhacir
Ne çav birçî tim ji xwe têr
Koçêran ku dest bi rê kir
Şiliyê jî li despê kir
Êdî jorde serejêr bûn
Li çiya jî berfê lêkir
Rê rêz dibin koç û kerî
Ji herd lingan dibin merî
Koç ajotî berxwedar bin
Ew keç xortên engalserî
Rêya koça serejêre
Wan ajotin çêre çêre
Xem jî nîn e barxana wan
Tev tijî nan û penêre
Koçêr bi vî zehmetê zor
Li hev dipan bi dore dor
Hem diz li wan dibûn edû
Hem ji tirsa gurê zik sor
Ew meh ji wekî bi xweşî
Bi gavên mezin ve meşî
Ji bona çirî ya paşîn
Tu car nabine rûreşî
Hat bihorî Cotmeha can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpalê dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.