Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Evê mehê navê xwe ji wezn a sermê hildaye ser xwe.
Ji weznê re sirişt an jî rêba dibêjin.Ev nav ji vezanîn ê tê. Wekî vezanîna sermê, germê, bahozê û hwd. Bi van sehekên li jorê de hatibûn nivîsandin ku bê fêmkirin da ku çima navê ve mehê bûye sermawez?Vezanîna ango wezn a rêbaya dema sermê tê seh kirin e. Mijdar, ji mija bi payîzê re tê wekî nav daye ser xwe û ew herd nav jî payîzê dineqişînin.
Wateya wê ha tê gotin
Zext ji sermayê tê girtin
Devê xar piş guh ve kişve
Bi wî lewnî tê naskirin
Ji bo hemî kurdên weza
Ev meh bi dîrokekê za
Partiya karkeran çêbû
Bi nîşanan û bi remza
Li ser rûbarê vê dinê
Kurd hatibûn nixamtinê
Kê bigota ku ez kurdim
Diçû ser riya mirinê
Werha yê xwe kurd bibîne
Ciyê wî li tu cî nîne
Ji kurdara ha digotin
Yê herî baş yê mirîne
Neyarên wan sê dewal in
Sê zalimin sê zewal in
Ciyê kurd lê qirkiribûn
Nayê zanîn çend newalin
Bi kulmê meçin dirêşê
Ji bîr nekin ewê êşê
Bikevin govenda agir
Û wî hembêzkin bi pêşê
Heftek li ser bîsta bijmêr
Bîrnekin wê roja nemir
Sal hezar nehsed heftêheyşt
Kurd ku jîn bûn neyar jî mir
Bi bedel pêk hat ev huner
Gelek qehreman û rêber
Bi awayê canfîdayî
Ji bo welat xwe dane der
Kesên bê pişt û bê berî
Dîsa vegerî bûn serî
Alîkarê wana zehf in
Yê li serme bûne merî
*** *** ***
Cirya pêşîn navê xwe got
Ew jî ji ya din re bû cot
Ev meh bi xwe jî cirî ye
Ji xwe min pêşde jî ew got
Serma li wê dijwar dibez
Lewma dibêjin sermawez
Reşber li kar vedigerin
Bi pêk tînin bi lez û bez
Hemî gavan şivan berxvan
Ew qewlê wan pê xeberdan
Pênc roj ji vê mehê diçin
Hîna dibe beran berdan
Nêrî beran xemilandin
Sêv li ser wan fesilandin
Kewanya kate dipatin
Zaroka jî ew gerandin
Çend şivana qewl tezekir
Çendan rêya mal mêzekir
Du heba ji pez jimirî
Yekî jî pez rêze dikir
Kalê êlê ewî topal
Devde miştik dest de çokal
Leystik anî birya zara
Ew civandin mal û bi mal
Ew zaroyê serçev şîlan
Rojîn, berfîn xezal zîlan
Hemî li wê derê kom bûn
Di nav gunde girtin dîlan
Li hêla din Nûhat Azat
Bilind Zoro Rûbar Xebat
Ew jî li wir komî hev bûn
Govend girtin civat civat
Pîroz kirin bi tevayî
Bi kêfxweşî bi kêfşayî
Salê carê beran berdan
Diborî bi wî awayî
Ewrê gewrik ewî durû
Ba tevrakir sermê da dû
Xwe kişande berê rojê
Benîştê xwe çep çep dicû
Pêwîst ne bi birên xurte
Eva dema demek kurt e
Ber şevîna nîvê şevê
Dilê şivan dipirpirt e
Birrên piçûk divin hev gel
Guhurên cot didin mexel
Payîzgehan diçêrînin
Ciyê bê kevir û bê pel
Li hîn hêla gelek reşber
Weke qejsên bûne rêber
Dema kar bi civakî be
Jê direvin xwe nadin ber
Ên çêkirî pêpes dikin
Ên ne li rê teqes dikin
Xwe didane hêla bayê
Li wir virên genî dikin
Li ber dêla seyê xiştê
Ma qey ji wî bêhna xweş tê !
Bi xwe bar in ja kanê kê
Piştiyê xwe bide piştê.
Hat nihorî Sermawez can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelê dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.