Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Wateya navê zivistanê, ji zivirbûna sermayê tê. Demê meriv wê vegota zivirê bi pirjimarî bide xebatê, zivirîn an jî zivirisan tê hişê mirov. Di zimanê farisan de jî ji zivistanê re dibêjin zemîstan û ji dijwariya wê re jî dibêjin zemherî. Bi wî awî bêjeya zivir ê gava di pir jimartî yê de bê bikaranîn, “tan”li”boçika”zivis”ê ve dizeliqe û bi wî awî navê wê dibe zivistan.
Sê mehên Zivistanê: Berfanbar-çileyê mezin- (qanûna pêşîn)Rêbendan (qanûna paşîn)an jî çileya paşîn û reşemî ye.
Berfanbar, navê wê ji barana berfê tê. Ji wê re qanûna pêşîn- çileya pêşîn jî tê gotin.