Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

BERFANBAR

    Navê xwe ji barandina berfê girtî ye

Ji ber barana berfê ye
Navê wê bûye berfanbar
Berf li wê davêje saqê
Şev li wê dibin hişkesar

Ji xwe ev dem zivistane
Ciyê zaran dibistane
Xortê kurda yê nêçîrvan
Pêgera wan daristane

Ew ji bo werdek û qaza
Li çeperên perê saza
Nêçîra wan cara dibe
Para başokan û baza

Ji bo serma siberojê
Bi xebatên şev û rojê
Derz-kestekan pîne dikin
Ji bo serma pêşerojê

Reşber koçêr dema çara
Xwe dipêçin mîna cara
Kincê qewîn li xwe dikin
Nahesibînin ji qara

Hindik maye çile werê
Sermaya hişk bere bere
Li wan rojên li vê mehê
Herder xistibûn mehserê

Zivistan li ber dawiyê
Bi aqil ne bi kawiyê
Xwe parastin ji sermê û
ji persîv û ji sawiyê

Ji ber sermê qey bê merî
Ji rû bigir heta serî
Di serhevde diqirçimîn
Difin li wan dibe kêrî

Li despêka çilê mezin
Zar pêçiyê xwe digez in
Ça ji dibistanê dertên
Ber bi mala ve dibezin

Ew zarokên malbat timtêl
Dibin zana bi hêlemêl
Mîna nobedarê welat
Nahêlin jê bişkivin kêl

Zarên kurda pir hêjane
Zirekînin ne wezane
Dayîka rind hêvotinin
Ji wêye ku pir dilşane

Hê esreke berî şevê
Wek garisê li ser defê
Tê bêjî qey direqisîn
Hev digerîn kulyên berfê

Pirsên şivana tev yekin
Ewê derê goman vekin
Berfanbarê berf dibare
Hûn qet loma ji wan nekin

Nêrî dane pêşiya bir
Xalî hîştin hemî guhur
Kerî kişîn şivan meşîn
Xwe berdane nepenyê gir

Bir di êvarde meşandin
Serê sibê rê qedand in
Colên êlê di nav gund de
Pezê xwe ji hev qetandin

Li ber goma dervekirî
Şivanî pez dijimirî
Hejmar rast da axê êlê
Xêncî du lib mîhê mirî

Pez birçî de kale kale
Şivan bi şixul dimale
Ewê rabe alif dayne
Alifgehe bê pergale

Şivîn karê xwe tev qedand
Ser lêva zer bilûr hejand
Him dengbêj bû him bilûrvan
Di malê de şahî meşand

Yekî çelenk ê cindî ye
Ew bi xwe jî dilênî ye
Navê dildara xwe nade
Bi fehêt û şermokiye

Temenê wî hevde sal in
Li eniyê cote xal in
Çepil dirêj navpêl kêr e
Keçik ji bo wî dinalin

Şivan bibin gavan bibin
Her çi dinin bila bibin
Her tişt barê wan de heye
Xortê kurda zana dibin

Fehm digrin ji bapîrê xwe
Tore digrin ji pîrê xwe
Tev jî weke şagirtê ku
Ferman digrin ji mîrê xwe

Hat bihorî Berfanbar can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelê diroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.

← ZIVISTAN Destpêk RÊBENDAN →