Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

RÊBENDAN

    Rêbendan, qanûna paşîn e. Ew navê xwe ji ber bendbûn û xitimandina rê û dirba hildaye. Di heman demê de, ew wekî çileya paşîn tê nasîn.

Ev meh bi xwe rêbendane
Bendbûna rê û dirbane
Rê qutbûnê tîne ziman
Êdi micît zivistane

Çilê mezin nerm-nerm dihat
Yê piçûk jî li pey dihat
Zêdetirîn cemidand in
Avên cewa du qat sêqat

Herd çile jî sermê tînin
Cemadê hey dişidînin
Nanpêjên li ser tenûra
Hinavên wan dipijînin

Çilê mezin çil lib rojin
Yê piçûk jî bîst lib rojin
Ew herdu jî tengayîne
Kurmanc tev jî wê dibêjin.

******

Em bizvirine li gel wan
Ew dildarê peyman hevdan
Bi rastî jî hindik maye ;
Ew rojê wan pê xeberdan

Nîşanê wan li ba hev in
Ew keç xortê bi dil xem in
Ew herdu jî bê hedûrin
Bo nîşanyê lez dikevin

Bejin bilind çav xezal in
Bê aram û bê mecalin
Dereng mayîna çend roja
Qey bê jî ka ew çend salin

Keça dilîn heyir kişand
Ji lawik re xeberek şand
Pênûs hilda qey tê bêjî
Agir li nav namê reşand

Got;bersîva min bişîne
Qewlê xwe jî bi pêk bîne
Xwezgînçiya ji mal rêke
Ji bo derengî nemîne

Xwezgînçî çûn roj dane hev
Bîst û yek roj û bîst du şev
Her hêlê de li hev kirin
Çerez û rez avêtin dev

Ew civaka bi jin û mêr
Bi kêm nirxî birîn ew kêr
Bûk dest girtin pêdana wê
Gustîla qaş qewlek jî zêr

Ji bo qelend bû cire cir
Di dawiyê de ev bû bir
Ewa kevneşopi yeke
Çend berdîr û çend jî kavir

Hê pêş de xistibûn kîsa
Di wê navberê de dîsa
Mast danîbûn ber qeliyê
Bila korbin çavên pîsa

Çend soraxî ji dewê tîr
Bi dest kêra kebanya jîr
Nanê sêlê raxistibûn
Birinc û goşt mastê bi sîr

Xêr bihorî ev nîşanya
Saxbin destê wan kebanya
Beroşê goşt xweş ava sar
Bû zêdaya çemkaniya

Hat bihorî Rêbendan can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.

← BERFANBAR Destpêk RÊŞEMÎ →