Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin
Rêşemî; Çileya piçûk e. Wê navê xwe ji ber şemla vê mehê girtiye û ew meha dema zivistanê ya dawî ye.
Her der bi pirtirîn berf be
Li kêm deran reşî hebe
Jê re dibêjin reşemî
Lewra êdî berf radibe
Her salek dazde meh têde
Bi vê mehê dawî dide
Piştî nîvê evê mehê
Êdî bef li ber xwe nade
Ew malên dewatan bikin
Vê mehê de deng hev dikin
Ji bo bigînin newrozê
Tivdarekê xwe tev dikin
Zivistanê ma bêderek
Biharê re ma meydanek
Karê dehwatê qedand in
Newroz mabû heft roj danek
Çarşema reş dawya salê
Li her hêlê li her malê
Wê bi agir bi rê dikin
Bi nîqaş û galegalê
Mêr û jin li hevdu civîn
Ji bo sala nû axivîn
Ê dilmayî li hev hatin
Dil kiribûn cî û nivîn
Ew rojên wan hevdu birîn
Êdî ew jî hat bihorîn
Serdehwatî hatin ba hev
Dubare li hev şêwirîn
Berbû çû ba birezavê
Birezavê gote bavê
Wekî êdî hindik maye
Def dewata bûk û zavê
Wan ji xezûr xwestin destûr
Heme hubur avêtin tûr
Xêncî cihêz çerez û rez
Dagirtin çar têrên ta kûr
Zavê xwe wir eşkerekir
Gazî pîrê navsere kir
Him dehwat bû him jî newroz
Wan hevdika hevdu dibir
Bo wê rojê bûkê swarkin
Her çi hebin ewê bikin
Xêlî xelat şal û şapik
Ewê wana teva çar kin
Berbûyê got hemê çêkin
Li destê bûk û zavê kin
Bûkê bi reng bixemlînin
Kofî kitan kurtik lêkin
Yê ked dane evîtiyê
Nebînin tehlî tengiyê
Xêlya bûkê li bûkê kin
Ling bavêne ser zenguyê
Swaran pêşî li hev daxist
Yê ku navda balgî derxist
Berbûyê li ber lingê wî
Xalîçe û berek daxist
Rikêwa hespan ku qedî
Me di demeke kurt de dî
Jin ji mêran zêdetir bûn
Her komek gihîşte sedî
Govend bi hêl difetilî
Kesk û sor û zer dixemilî
Bûka kofî kitan lê tên
Li nav mila dwanzde gulî
Yên li dehwatê dilîzin
Qeflek xort in qeflek qîzin
Yek jî bûkê ser bi zêrin
Qewalin û deng bi zîzin
Keçik şox in û şepal in
Kesk û sor zer dêre alin
Dilê xorta herikandin
Enî deqin gerden xalin
Desmal dane destê zavê
Bûkê kinber¹dane navê
Zavê kumreş dehwatê de
Sivik sivik xwe hildavê
Dikim bêjim heft roj heft şev
Dengbêja çav nedane hev
Newroz û dewat bûne yek
Heft gund li wir bûne tev-hev
Zara agir gur dikirin
Dîna şorav firdikirin
Hineka serî lê xweş bûn
Xorta mêvan rêdikirin
Zava navê wî Emer e
Navê bûkê Esa zere
Zava yekî bi xwe gerah
Bûk jî yeke enî bere
Ji reqasê kasû mestin
Bûk -zavê hene li destin
Yanzde mehin hev nasîne
Ev roj miraz ji hev xwestin
Bila ew bi miraz şa bin
Xweşbextî tev parawan bin
Serê herdan ser balgîkî
Bê derd û kul pîr û kal bin
Demê salê hat derbas bûn
Miraz xwaz tev miraz şa bûn
Dewat ku li newrozê be
Gundî tev pê şanaz dibin
Deh meh ku li wan fetilî
Esma li Emer wekilî
Ewê qala zaroyê kir
Lêva Emer jî dilivî
Wê xatûnê ku bar danî
Ber çavên wê nû bû ronî
Wana mizgîn didane hev
Cirana jî zehd dihanî
Zaroka yekemîn keç bû
Du sal dû re lawek çê bû
Navê wî danîne Evle
Xwîşka wî li wî şa dibû
Zaro pêçandin bi şengî
Herda jî li hev kir dengî
Ew navê dabûne lawik
Pîroz bû nav bi wî rengî
Ewa bê xatî û bê met
Heta li ser piyê xwe ket
Li ser pişta dê mezin bû
Bi wî awî bi firê ket
Heft saliya xwede li gund
Dibistana sereke xwend
Hê zartî lêkolîndar bû
Bi nasyarî û bi zayend
Demê çû xwundina bilind
Teybetiyên xwe yên li gund
Bi xwere birin wê derê
Bo bibersivîne yên tund
Bala xwe dida her tiştî
Zanetî kiribû piştî
Ew li nava xwe pêçabû
Ya bi şer ya jî bi aştî
Bihareke zivistanê
Dev berda ji dibistanê
Bi xwe tevî çend hevala
Çûne nava kurdistanê
Kişif kirin bajar û gund
Xal dane ser ciyên bilind
Karker cotkar tev civandin
Rewşa welat ji wan re xwend
Ew hem xwendî hem kar kirin
Hember çiyê li ber girin
Ji bo axa welat li wir
Bi gorî wê peyman girtin
Êdî ketin hêla lezê
Bîst û heftê sermawezê
Komcivîn li Fîsê danîn
Herder hejandin bi lerzê
Yek ji wana bû sereke
Bê eşîr û bê bereke
Bi xwe nav netew pereste
Him serwêre him seroke
Dinê tev li wÎ dipirse
Kî ye ew ê qet natirse
Pê yaybûn ku ewa kurde
Rêxistinyek nû dirêse
Dîroka vaj rast vegerand
Rewşa wê hemî vereşand
Di serî de hilda dest xwe
Ew ji nû ve damezirand
Gelê dinê ji pevre got
“Çi dixwaze gelo ev xort
Xeteke nû li dar dixe
Kê ew zanîn ji mî re got”
Mabesta wî ya sereke
Civaka nû ji hev veke
Ji xwe guhartineke ha
Bes di xwede despê dike
Ewî gelek tiştê netişt
Bi mabestê xwe ve dikuşt
Despêkê de xwe azad kir
Paşê rabû gel re bû pişt
Ew barê ku xwe dabû ber
Têgiha jê didane der
Tiştê tewandî rast dikir
Ji bêbaskan re dibû per
Bala xwedabû ser kedê
Ji bo bigihê mexsedê
Armanca wî wekhevî ye
Wê bike nav hîmê dadê
Dada ku mînanî şûr e
Nêrînên wî li ser kûre
Him ji bona xwesteka gel
Dixe xetên cûrbicûre
Mû çil zêlî dike tûvil
Ew ji bo gel bû dest û mil
Li der azadîxwestinê
Tiştek bi wî nabe havil
Yê dinyake dinê ye ew
Ne co ne çem û ne jî cew
Minan wî nediherkin
Ne xarin ter dike ne xew
Hat bihorî Reşema can
Her çi li wê bûne mêvan
Ji rûpelên dîroka wê
Min jê çend tişt anîn ziman.
*** *** ***
Çar dem pêncî û du heftik
Sal jî diwanzde meh in bê şik
Min di nav wan de bi cîh kir
Pênsed û panzdeh lib çarik