Filît Tîltay

Hûn li vir hemû helbestên min dikarin bixwînin

DAXWAZA MIN

Xwendevanên baş û delal
Min bi kurmanciya zelal
Bi coşî diyarî we kir
Pirtûka navê wê demsal

Ev çanda min ser da xebat
Ew xebat li serhevde hat
Dikim xelat ji bo kesên
Li ser herçar hêlîn welat

Kê vê pirtûkê bixwîne
Xwe ji êşa dadweşîne
Daxwaza min jê her ev e
Kêmasyên min bibaxşîne

Xwendevan no hûn her hebin!
Silavên min li ser we bin
Êdî dem bi xatirê we
Bimînin xêr, serfiraz bin.

Di dawiya vê xebatê de, dixwazim bi rûmet, razibûn û spasiyên xwe bi Zeynelabîdîn Zinarîn, Huseyîn Tîltay, Koçer Tîltay ku bi alîkariya wan ve di vê xebatê de ji min re bûn destek. Ji ber ku kêmasiyên min yê rêzimanî sererastkirin.
Ez van herdu pitûkên xwe diyarî qîzên xwe, nevoyên xwe û li xwendvanan dikim


Eva pirtûka li girtîgeha Erzurum ê Cotmeha 1994 despê kiriye û di Tîrmeha 1998 bi dawî bûye.

← RÊŞEMÎ Destpêk